Efrîn dayika çar sêwiya
morîk ji guha weşiya
***
Efrîn zimanê zelal
Şêrîn û rindik delal
***
Efrîn bi bejina bilind
naziki wek şewqa find
***
Efrîn boka bajara
kiras keski wek dara
***
Efirn kecik hêjaye
beybûn ji tilya zaye
***
Efrînamin bi nav û denge
wek ezmankî be sed renge
***
Efrîn bê kiras maye
fistan li bejnê naye
***
Efrî kecik bir rindike
bi zimankî bir tenke
***
Efrîn wekî gula ciya
silav diki me hemiya
***
Efrîn agir be laş ketiya
jan û jîna wê hiliya
***
Rabin kurdo bibin yek
bi Pênûs û mûzîk û cek
***
Li darxin daweta bokê
bi reqis û hina neynûkê
يونيو
01
التصنيف: شعر
Leave a Reply
أحدث التعليقات